Muqteda Sedir çalakiyên Seraya Selam rawestand

Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda Sedir biryar da ku karên Seraya Selam ên li Basra û Kutê ji bo 6 mehan bisekinîne.

Li gor medya Iraqê, Serokê Tevgera Netewî ya Şîeyan Muqteda Sedir nameyek ji berpirsê Rêxistina Seraya Selam, Tehsîn Himêdawî re şandiye û jê xwestiye ku li parêzgeha Besra û Kut ji bo şeş mehan hemû çalakiyên Seraya Selam werin rawestandin û baregehên wê werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê yekê hat ku şeva borî li Besrayê çekdarên koma Seraya Selam ku ser bi Sedirin, êriş birin ser endamên şaredariya Besrayê.